Berxwedana çalakgerê Kurd Nasir Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di roja xwe 56’an de ye.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî jî greva birçîbûnê di roja 31’an de bi koma 11’emîn berdewam dike.
Di çarçoveya pêngava “em ê tecrîdê bişîkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” endamê Meclisa HDP’ê li Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz 56 roj in di greva bê dem û bê dorveger de ye.
Çalakiya Yagiz li nûnertiya HDP’ê ya bajarê Hewlêrê dewam dike.
Nasir Yagiz doh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê hevdîtina 12’ê Çile a li Îmraliyê weke şikandina tecrîdê ti carî qebûl neke û got, çalakiya wî wê dewam bike.
LI MEXMÛRÊ GREV BI KOMA 11’AN BERDEWAM DIKE
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr jî greva birçîbûnê ya dorveger di roja 31’an de bi koma 11’emîn berdewam dike.
Li ser navê koma 10’an Cemîl Kara axivî û got:
Em dizanin ev nêzî 3 salane ji Rêbertiya me bi ti awayî agahî nehatibû girtin, ji ber wê jî di pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz de greva birçîbûnê belavî tevayî cîhanê bû.