Li Iraqê, rêzeteqînin li baregehe leşkerî li derdora başûrê Bexdayê rû da..
Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Îraqî ragihand ku duh piştî nîvro, 2 teqîn li baregeha el-Seqir li devera el-Sîdîya li Bexdayê rû dan.
Li gorî şaneyê, ev yek di encama teqîna embareke cebilxaneyên Polîsa Federal de pêk hatiye, ku ew jî li bilindbûna germahî û nebaş-embarkirinê vegerand.
Şaneya Ragihandina Ewlehî ya Îraqî ti hûrguliyên din bi par ve nekir û anî ziman ku ew ê paşê agahiyên bêhtir der barê teqînan de bide.
Tê zanîn, hêzên Polîsa Federal li bargeha el-Seqir dimînin, lê vê dawiyê çekdarine Hêzên Heşda Şabî jî li wir bi cih bûne.