Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê 3 erebe û 3 tankên Tirkiyê teqandin

Artêşa niştimanî ya Lîbî li rojavayî bajarê Sirtê, êrîşeke çeteyên dewleta Tirk şkand û 3 erebe û 3 tankên wan wêran kirin. Berdevkê artêşê Ehmed Mismarî jî teqez kir ku wan hêzeke mezin li rojavayî Sirtê bi cih kiriye û ew dikarin parastina bajêr bikin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, 3 erebeyên çavdêriyê yên çeteyên dewleta Tirk li rojavayê bajarê Sirtê kirin armanc.

Li gorî çavkanîne leşkerî, duh bi şev van hersê erebeyan hewl dida ber bi nuqteyên hêzên artêşa Lîbî yên li rojavayê bajêr ve bi pêş kevin, lê topavêja artêşê karîbû wan wêran bike.

Heman çavkaniyan ragihand jî ku hîna çeteyên dewleta Tirk tên devera Tawirga û Bû Qirîn.

Li asman jî, Artêşa Niştimanî hîna li ber xwe dide û herî dawî çavkanîne din teqez kir ku parastina asmanî ya Artêşê, 3 tankên Tirkî ku bi aliyê devera el-Weşka ya rojavayê Sêrtê ve dihatin, teqandin.

Mismarî: Me hêzeke mezin li Rojavayî Sirtê bi cih kiriye

Di heman demê de, berdevkê artêşa niştimanî Ehmed Mismarî ji televîzyona Erebiyê re ragihand, ji bo parastina bajarê Sirtê, wan hêzeke mezin li rojavayî bajêr bi cih kiriye.

Mismarî her wiha teqez kir ku Erdogan heta niha jî, şandina çek û çeteyan ber bi Lîbyayê ve dewam dike.

Ehmed Mismarî got:

Çeteyên Sûrî ji Terablusê ber bi Tawirga ve tên veguhastin û bajarê Misratayê jî bûye baregeheke rêvebirinê ya pêşketî ya artêşa Tirk.

Back to top button