Salvegera 7. a komkujiya Til Eran û Til Hasil

Her bajar û bajarokeke Kurdan, bûye hedefa êrîşên dagirkeran. Gelê Kurd her tim salvegera komkujiyan bi bîr tîne. Îro jî, 7. salvegera komkujiya Til Eran û Til Hasilê ye. Di vê komkujiyê de bi sedan sivîl hatin revandin û kuştin.

27 Tîrmeha 2013’an, komkujiyeke biêş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û hin komên çete yên din ve der heqê Kurdan de hate kirin.

Komkujiya Til ‘Eran û Til Hasil, her du bajarokên ku bi giştî Kurd in û li bakur-rojhilatê Helebê ne.

Beriya 7 salan komên çete weke gurên har êrîşî van her du bajarokan kirin.

Ji bilî dizî û talanê, bi dehan sivîlên her du bajarokan revandin û kuştin.

Li gorî agahiyên wê demê derketin, bêtirî 450 sivîlên Kurd bi destê çeteyan hatin bidarvekirin.

Komên çete yên di komkujiya Til Eran û Til Hasilê de beşdar bûn ev in:

  •  Cebhet El-Nusra
  •  DAIŞ
  •  Lîwa El-Tewhîd
  •  Buhara Erebî
  •  Fecir El-Îslam
  •  Tabûra Selaheddîn
  • Tugaya Azadî

Lê mixabin ne tenê van çeteyan, hêzên rêjîma Sûrî jî temam kir û têra xwe bi serê sivîlên Til Eran û Til Hasilê de kir.

Piştî salekê, ango 2014’an, rêjîma Sûrî ev her du bajarok kontrol kirin û jê û şûnde dest bi pêngava binçavkirina ciwanan kir.

Hêzên Îstixbarata ezmanî bêtirî 150 ciwan binçav kirin û bi awayekî hovane ew êşkence kirin.

Hinek ji wan di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan, hinek jî heta niha wenda ne û çarenûsa wan nediyar e.

Back to top button