Besê Erzîncan: Destavêtina li ser jinên Kurd, bi destê AKP-MHP’ê tê kirin

Endama Koordînasyoan KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî der barê êrîşên zayndî yên li Tirkiyê û bûyerên destavêtina li jinên Kurd nirxandin kir û diyar kir tifaqa faşîst a AKP-MHP di şexsê jinên Kurd de, şer li dijî hemû jinan û li dijî gelên Rojhilata Navîn, ragihandiye û hemû bûyerên destavêtinê bi destê AKP-MHPê tên kirin.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî bûyerên destavêtin û êrîşên zayendî yên bi destê hêzên çekdar ên dewletê ku bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li Tirkiyê geş bûne, nirxandin kir.

Besê Erzîncan diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîn û berxwedana PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Ocalan ji nûve vejiyaye û got: “Îro li Rojava şoreşeke jinê heye, ya ku jê re bûye pêşeng tevgera azadiyê bixwe ye.”

Besê Erzîncan têkildarî êrîşên zayendî yên bi destê hêzên çekdar ên dewletê ku bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî li Tirkiyê geş bûne, diyar kir bi têkoşîna hevpar û rêxistinkirî, wê faşîzm têk biçe.

Erzîncan got, ”Tifaqa faşîst a AKP-MHP di şexsê jinên Kurd de, şer li dijî hemû jinan û li dijî gelên Rojhilata Navîn, ragihandiye.”

Erzîncan destavêtin û talana di encama hişmendiya Tirk li Efrînê û Şengalê de pêk hatî bi bîr xist û got:

”Li Efrînê van demên dawî bi destê MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk jin têne revandin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku li dijî hişmenidya komkujî û talanger, gelan û jinên Kurd li ber xwe dane û mînaka Besê, Zarîfe, Bêrîtan, Zîlan, Avesta Xabûr, Ekîn Van û Helîn Bolek da.

Têkildarî destavêtina li Şirnexê ya bi destê çawîşê pispor ê Tirk jî Erzîncan got:

”Çawişê pispor, rayedarên cuda yê dewletê li ser vê mijarê têne peywirdarkirin û polîtîkayên şerê taybet tên meşandin.

Girîng e rûdanên wiha li çapemeniyê û raya giştî were dîtin, têkoşîna hevpar were dayîn û li hev xwedî derkevin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan herî dawî got, ”Em ê li dijî aqilê dagirker û talanger berxwedana jinê geş bikin.”

 

Back to top button