Istixbarata Tirk parêzerek ji gundê Dêla revand

Li Efrîna dagirkirî, Istixbarata dewleta Tirk a dagirker, parêzer Loqman Henan ê ji Mabatayê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ragihand ku istixbarata dewleta Tirk, parêzer Loqman Henan ê 40 salî yê ji gundê Dêla yê Mabata, revand..

Li gorî rêxistinê, Loqman bi nexweşiya Diskê ye û rewşa wî ya tendirustî xirab e, tevî vê jî heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Dewleta Tirk olê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne

Li aliyekî din, dewleta Tirk a dagirker olê di kirinên xwe yên derexlaqî de pêk tîne.

Lewra mizgeftan vediguhere navendên perwerdekirina olperestiyê.

Di vê çarçoveyê de, ‘Rêxistina Mirovî ya dewleta Tirk’ IHH mizgeftekê nû li navenda Efrînê lê dike.

Dewleta Tirk, ji bo nifşekî tundrew ava bike, bi dehan paymengeh, navend û dibistanên olî heya niha li Efrînê vekirine.

Dewleta Tirk nahêle xelkên gundê Basilê vegerin malên xwe

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrînê de dewleta Tirk nahêle xelkên gundê Basilê vegerin malên xwe.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku xelkê gundê Basilê ji bo serdana waliyê Efrînê bikin şandeyek ava kirin.

Li gorî çavdêriyê, walî hevdîtina bi şandeyê re qebûl nekir.

Gundê Basilê ji destpêka dagirkirina Efrînê, ji gundiyan hatiye valakirin.

Her wiha gundên Çê û Dêwrîş yên navçeya Raco û gundê Cirqa yê Bilbilê jî hatine valakirin.

Back to top button