AKP’ê bêyî haya wan jê hebe, bi hezaran kes kirine endamên partiyê

AKP li Erdîşê, bêyî ku haya wan jê hebe, bi hezaran kes kirine endamên partiyê. Erdîşiyan jî helwest nîşan dan û gotin ew ê gilî bikin.

Diyar bû ku AKP li navçeya Erdîşê ya Wanê xwe gihandiye agahiyên kesayetî yên mirovan û bi vî rengî bi hezaran kes kirine endam.

Tê gotin, Rêxistina Navçeya Erdîşê ya AKP’ê agahiyên kesan ji Midûrtiya Nifûsê ya Erdîşê standine.

AKP’ê peyam ji hezaran kesî re şand ku ew kirine endam, li ser vê Erdîşiyan helwesteke tund nîşan da.

Back to top button