Li herêmên dagirkirî, her kêlî li ser jiyana xelkê gefa mirinê heye, duh êvarê careke din teqînek li Efrînê pêk hat..
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku teqîn li ser rêya Efrîn- Cindirêsê rû da û di encama teqînê de, zarokê 10 salî Remedan Kemîran Xelîl jiyana xwe ji dest da û 4 kesên bi navê;
Şêrvan Kemîran ê 7 salî
Fatmê Şêxo ya 29 salî
Refîq Milewî yê 35 salî
Roxaş Kemîran 6 salî birîndar bûn.