Li Ukraynayê agirbesteke giştî navbera hikumet û rikberiyê pêk hat

Piştî şerê li rojhilatê Ukraynayê bi 6 salan, şevê din di saet 12’an de, agirbesteke giştî hat ragihandin.

Ev agirbest, piştî bêhtirî 20 hewldanan, li herdu deverên Donîtsk û Lohansk ên herêma Donbas, pêk tê.

Li rojhilatê Ukraynayê, di navbera rikberên alîgirên Rûsya û artêşa Ukraynayê de, ev bêhtirî 6 salan şer li dar e.

Duh, serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin bi rêya telefonê bi serokê Ukraynayê Volodîmîr Zilînskî re axivî û dawîanîna şerê li vê herêmê nîqaş kir.

Li gorî daneyên NY, ji Bihara 2014’an heta niha, nêzî 13 hezar kes di vî şerê de hatine kuştin.

Back to top button