HPG: 2 çeper hatin ruxandin û helîkoptereke jî hate derbkirin

Li Heftenînê Cenge, li Çelê û Bagokê jî gerîlayan li dijî dagirkeriyê çalakiyên xwe berfireh kirin.

Di çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê de, 2 çeper hatin ruxandin, helîkopterek jî hat derbkirin.

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di şerê li qada Avaşînê de şehîd bûbû jî eşkere kir.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li dijî dewleta tirk ya dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li herêma Heftenînê, Çelê û Sêrtê pêk anîne ev agahî parve kir:

“Di 25’ê Tîrmehê de gerîlayan li Girê Şehîd Adar li dijî dagirkeran çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û leşkerek hate kuştin.

Heman rojê dema helîkoptera Kobra ya dagirkeriyê xwest Tepê Dûpişk bombe bike gerîlayan çalakiyek pêk anîn.

Gerîlayan derb li helîkopterê xistin û neçar ma ji qadê dûr bikeve.

26’ê Tîrmehê artêşa tirk bi obûs û hawanan qada Xantûrê dan ber bomeyan.

Di encama bombebaranê de li qadên daristanî şewat derket.

27’ê Tîrmehê gerîlayan li Çelê ya Colemergê li dijî Qereqola Tepê Sor çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de derbên serketî li stargeh û kozikên dijmin hat xistin, du kozik hatin rûxandin.

Têkildarî kuştî û birîndarên dagirkeran jî agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Heman rojê gerîlayan dîsa qereqola Deştanê ya Çelê kirin hedef lê derbarê kuştî û birîndaran de agahî ne hatin bidestxistin.”

HPG’ê dazanîn ku 1’ê Tîrmehê li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê, li Tepê Xwedê û Tepê Bayrak di navbeyna gerîla û artêşa dagirker de şer derket û di vî şerî de gerîla Bariş Tektaş binasnav Çiya Amed heta fişeka xwe ya dawiyê şer kir û şehîd bû.

HPG’ê di serî de ji malbata şehîd Çiya re û tevahiya gelê welatparêz re sersaxî xwest û soza têkoşînê heta serketinê da.

HPG: Li Bagokê nokerek hate cezakirin

19’ê Mijdara 2016’an kesê bi navê Yilmaz Demîr bi hevkariya li gel dijmin gerîla Helwest Partîzan û Zafer Bagok li herêma Bagok a Mêrdînê şehîd kiribûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 25’ê Tîrmehê gerîlayan ev kes ceza kiriye.

HPG’ê diyar kir, 26’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî stasyona bazê ya li devera Seravê ya Bagokê çalakiyeke sabotajê kirin, stasyon bi temamî hat rûxandin.

Back to top button