Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê û Meclisa kantona Şehbayê komkujiyên Til Hasilê û Til Eranê bi daxuyaniyan şermezar kirin û qurbaniyê wê bi bîr anîn.
Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê û Meclisa Kantona Şehbayê li bajarokê Fafînê derbarê komkujiyan de 2 daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniyan de ev tişt hat gotin:
2013`an wekî îro rêxistinên tundraw ên dewleta Tirk û serokkomarê wê Erdogan li dijî sivîlên bajarên Til Eranê û Til Hasilê komkujî pêk anîn.
Di encamê de sûcên hovane li dijî şêx, jin û ciwanên her 2 bajaran pêk anîn.
Îro jî dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên Sûriyê heman komkujiyan dubare dikin.
Armanca wan tunekirina vîna gel e û têkbirina projeya netewa demokratîk e.