Di êrîşa Azerbeycanê de leşkerekî Ermen hat kuştin

Li ser sînorê Ermenîstan û Azerbeycanê careke din şer derket. Wezareta parastinê ya Ermenîstanê diyar kir ku leşkerekî wan ji aliyê Azerbeycanê ve hatiye kuştin.

Wezaretê ragihand ku di encama êrîşeke sekvanî ya leşkerên Azerbeycanê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Azerbeycan jî îdia kir ku Ermenîstan bi çekên giran û sekvaniyê êrîşî hêzên wan kiriye.

Di nava 24 saetên derbasbûyî yên agirbestê de gelek caran agirbest hat binpêkirin.

Di nava hefteyên dawiyê de, li ser sînorê herdu welatan şer derdikeve.

Ev şer ji 2016’an ve weke şerê herî dijwar yê navbera aliyan de tê dîtin.

Li gorî daneyên fermî di encama şerê navbera aliyan de, ji herdu aliyan 19 kes hatine kuştin.

Tevî aloziya li herêmê, Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê ragihand ku wê bi dewleta Tirk re, di çarçoveyek berfireh de, tatbikata leşkerî bikin.

Tetbikat wê di bejahî û hewayî de pêk were.

Back to top button