HPD’ê li dijî daxwaza pêşnûma medya civakî şerh danî

Rêxistina HDP’ê li dijî daxwaza AKP’ê ku dixwaze guhertinên der barê medya civakî de bîne meclîsê, bi sedema “Pergala ku bê avakirin wê dewamiya rêveberiya rewşa awerte be” şerh danî.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî daxwaza AKP’ê ya guhertina pergala Medya Civakî ku ji 9 xalan pêk tê, şerh danî.

Rêxistina HDP’ê di şerhê de diyar kir ku ev guhertin wê dewama rêveberiya rewşa awerte be û ew vê yekê wisa qebûl nakin.

HDP’ê destnîşan kir ku bi van guhertinan êdî gel dê nikaribe xwe bigîne agahiyên rast.

Tê payîn ku di hefteya bê de ev pêşniyara AKP-MHP’ê bikeve rojeva Meclisê.

Back to top button