Misir û Erebîstana Siudî ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk a li Lîbyayê, li hev kir.
Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siudî Feysel Bin Ferhan û Wezîrê Derve yê Misirê Sameh Şukrî duh ji bo mijara Lîbyayê civiyan.
Aliyan ragihandin ku wan di vê mijarê de li hev kiriye û gotin:
“Em ê li dijî her hewldanên heremî ku ewlehiya welatên Ereb li Lîbyayê dixe xeteriyê, bisekinin.
Em ê bi her awayî jî li dijî terorîstan bisekinin û berjewendiyên xwe biparêzin”