Rêveberiya Xweser derfet da hin nexweşan ku li derve werin dermankirin

Piştî derketina 8 rewşên bi vîrûsê, dergehên sînor hatin girtin. Duh jî Rêveberiya Xweser bi biryarnameyekê derfet da hin nexweşan ku li derve werin dermankirin.

Nexweşiyên ku di biryarnameyê de hatine diyarkirin, wiha ne:

Nexweşiya penceşerê, rewşên şewitandinê yên bi pileyên 2 û 3, nexweşiyên dil û rewşên giran ku li herêmên Rêveberiyê nayên dermankirin.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku divê rapora tenduristiyê ji bijîşkan tevî belgeyên pêwîst werin wergirtin.

Heya niha hejmara pêketiyên bi vîrûsa Coronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bû 8 kes.

Li gorî Desteya Tenduristiyê jî, 4 kes ji wan ber bi başbûnê ve diçin.

Back to top button