Kongra Star a Kantona Efrînê bazareke sebzeyan a taybet bi jinan vedike

Li Şehbayê, Kongra Star a Kantona Efrînê, amadekariya vekirina bazara sebzeyan a taybet bi jinan dike. 

Endama Koordînasyona Kongra Star a Efrînê Hesna Hesen eşkere kir ku wan ji bo firotina sebzeyan, navçeyek û 5 gund amede kirine.

Hesna diyar kir ku wan bi Desteya Çandiniyê re li hev kiriye da her sibeh sebzeyan bigihîne bazara li Ehdasê, piştre wê li gundên diyarkirî werin belavkirin.

Li gorî Hesna Hesen, wê projeya bazarê piştî Cejna Qurbanê were vekirin û zêdetirî 60 jinî tê de kar bikin.

Back to top button