“Dewleta Tirk hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe”

Rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirkeriyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên. Li dijî van êrîşan jî Siyasetmedarên herêmê bertek nîşan dan û anîn ziman ku “dewleta Tirk hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe û dixwaze tevahiya Sûriyê tevlî axa xwe bike.” 

Ji bo berferehkirina dagirkeriya xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker her di nav hewldanan de ye û rojan êrîşan pêk tîne.

Der barê vê mijarê de, Endama Buroya Têkiliyan a MSD’ê Fatima El-Hisêno anî ziman ku “Tirkiyê destek da çeteyan û bi rêya çeteyên xwe destwerdan li Sûriyê kir.”

Fatima destnîşan kir ku “şêniyên herêmê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derketine ku ew ji aloziya Sûriyê re çareserî ye. Ji ber vê yekê, hêrsa Erdogan zêde bû û ditirse ev proje bighêje herêmên Tirkiyê.”

Fatima El-Hisêno diyar kir ku “bi awayekî sîstematîk demografiya herêmê diguherin, niştecihên resen didin koçberkirin û kesên din li şûna wan bi cih dikin.”

Endamê rêveber ê Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo, Îsa Mustefa jî eşkere kir ku “Armanca derbasbûna dewleta Tirk bo xaka Sûriyê, avakirina Împratoriya Osmaniya nû û talankirina xêr û bereketa Sûriyê ye.”

Îsa Mustefa herî dawî ji bo parastina tevahiya axa Sûriyê banga hevgirtinê li gelên herêmê kir.

Back to top button