“NEHÊLÊN KU HEVALBENDÊN ME ÊN KURD BÊN KUŞTIN

Hêrsa raya giştî li hebmerî gefên dagirkerî û qirkirinê yên serok-komarê Tirk Erdogan zêde dibin.

45 parlamenterên Fransayê yên ji partiyên cuda, li dijî gefên dagirkirina Rojava ev bang li Serok-komar Emmanûel Macron kirin:

Nehêlin ku hevalbenên me yên Kurd bên kuştin.

Di bangawaziyê de êrişên DAIŞ’ê li dijî Fransayê tên bibîrxistin û işaret bi têkoşîna gelê Kurd hêzên Kurdan a li dijî çeteyan hat kirin û wiha dewam dike:

Piştgiriya Fransayê ji bo hêzên Kurdan, tevî ku erkeke exlaqî ye, ji bo ewlekariya me bi xwe ye. Divê Fransa dest ji hevalbendên xwe yên herî baş û pê bawer bernede.

Serok-komarê Tirk gefa dagirkeriya li herêma hevalbendên Fransayê dixwe. Her çend gelê Tirk gelekî dost jî be, lê neteweperstî, dîktatorî û paşverûtiya hukumeta heyî rê li ber fikaran vedike.

Eger rê li ber dagirkeriyê neyê girtin, wê ji bo herêmê malkambaxî be.

Eger artêşa Tirk êrîşî Kurdên li Sûrî bike, wê DAIŞ a qels bûye di demeke kin de ji nû ve xurt bibe.

Her wiha projeya siyasî ya federal, pirreng, femînîst, ekolojî, dûrî ji dewletperestî û mezhebperestiyê ku li Rojava pêşketiye jî wê bikeve nava metirsiyeke giran.

Lewma em vê bangê li serok-komar û hukûmeta welatê xwe dikin:

Ji bo ezmanên Rojava li tevgera balafirên şer were qedexekirin, divê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryarê bide.

Di serî de li dijî êrîşên dewleta Tirk, divê sîstema parastina hewayî ji hêzên Rojava re bê şandin.

Partiya Karkerên Kurdistan-PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin û ji bo çareseriyeke bi danûsandinan hewl bê dayin.

Leave a Reply

Back to top button