Di 3 mehan de 19 girtî jiyana xwe ji dest da 32 jî hatine êşkencekirin

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Enqereyê, rapora 3 mehan a binpêkirinên mafan a li Girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi raya giştî re eşkere kir. Li gorî raporê, li girtîgehan 19 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û 32 girtî jî êşkence li wan hatiye kirin. 

Şaxa Komaleya Mafrê Mirovan a Enqereyê derbarê binpêkirinan de, naveroka rapora 3 mehan bi daxuyaniyek eşkere kir.

Di daxuyaniyê de, Komaleyê binpêkirinên li girtîgehan wiha rêz kir:

“Girtî nikarin biçin nexwaşxaneyê û derman bibin. Yên diçin jî, neçar in 14 rojan di hucreyê de bi tena serê xwe bimînin.

Rewşa girtiyên tenduristiya wan xerab, ji bo wan ti tedbîr nayên girtin. Dermanên paqijiyê nadin wan. Girtî dema tiştan distînin jî, ji sedî 100 buha digirin.

Di 3 mehan de, 19 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û 32 girtî jî rastî êşkenceyê hatine.

6 girtiyên li Girtîgeha Seydişehirê, ji ber zextên ‘Hûn dê li ser piyan’ hejmarê bidin dest bi greva birçîbûnê kirine.

Mafê girtiyan ên ragihanidinê ji deste wan girtine. Mafê hevdîtin, telefon û nameyan bi sînor dikin an jî qut dikin û mafê girtiyan ên gerdûnî tên xwarin”.

Şaxa Komaleya Mafên Mirovan a Enqereyê bang li wezareta Dadê ya Tirkiyê û raya giştî kir ku li dijî vê yekê bêdeng nemînin.

Back to top button