Piştî armancakirina baregeha Tacî ya li Bexdayê, baregeha Spayker a li Selahedînê jî bi hin mûşekan hat armanckirin.
Li gorî Şaneya Ragihandina Ewlekariyê, di encama avêtina hin mûşekan de, 2 teqînan li baregeha Speicher a leşkerî rû da û agirekî mezin vêket.
Berî wê jî, baregeha Tacî ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî lê ne, bûye armanca 3 mûşekên Katyûşa.
Şaneyê da xuyakirin ku “mûşeka yekem li refa 15’an a balafirên artêşa Iraqî ket û ziyaneke mezin gihand balafirekê.
Mûşeka duyem, li kargeha top û çekan û ya sêyem jî li refa 2’yan a balafirên artêşê ket, lê neteqiya”.