Partiya Demokratîk a Gelan- HDP: Di çarçoveya demokrasiyê de werin em li hev rûnin

Partiya Demokratîk a Gelan- HDP’ê pêngava xwe ya demokrasiyê ya duyem, bi amadebûna gelek aliyên demokratîk bi dawî kir.

Hevdîtina HDP’ê ya bi navê kursiyê demokrasiyê li meydana Gundogdu ya Îzmîrê bi beşdariya hemû aliyên muxalîf pêk hat.

Di hevdîtnê de, Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar axivî û got: “Em dixwazin di qada civakî de guhertineke demokratîk, di qada siyasî de jî rêveberiyeke demokratîk pêk bînin.”

Sancar, pêkanîna rêveberiyeke demokratîk, li çareserkirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê vegerand.

Mîthat Sancar diyar kir ku tekane partiya ku li Tirkiyê siyaset dike û dikare hemû beşên civakê bînin gel hev, HDP ye.

Mîthat Sancar bang li her kesî kir ku bi hev re di çarçoveya demokrasiyê de werin gel hev.

Back to top button