Li Bexda hevdîtinên Tevgera Azadî didome

Ev sê rojin şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi serokatiya Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah li Bexdayê rêzehevdîtina pêktîne.

Tevgera Azadî ji bo xurtkirina peywendiyên dostane û ji bo bi hev re pirsgirêkên Iraqê çareser bikin serdana tevgerên Hîkme, Sedir û Koma Babîlon kir.

Herwiha rewşa xerab a xelkê û geşedanên dawî yên siyasî û ewlehiyê mijarek din a hevdîtinan bû.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah diyar kir ku di hevdîtinan de jihevfamkirin û nêrînek hevbeş derbarê çareserkirina pirsgirêkan de derketiye.

Mihemed Abdullah diyar kir ku aliyan bi nêrînek nû û cudatir hevdîtin kirine û nêrînên xwe bihev re parve kirine.

Back to top button