
Leşkerên ku derketine oparasyona dagirkeriyê ji gerîla derbên xurt dixwin. Di çalakiyên gerîla yên li Çelê û Gever yên Colemêrgê de, serpêlek, Çawişek pispor di nav de bi giştî 12 leşker hatin kuştin.
HPG’ê dazanîn ku di van çalakiyan de, 3 gerîla heta fişeka dawî şer kirine û şehîd bûne.
Dewleta tirk a dagirker ev 42 rojin, li herêma Heftenîn a başûrê Kurdistanê dest bi oparasyonek berfireh ya dagirkirinê kiriye.
Artêşa tirk ku li Heftenînê têk diçe vê carê dixwaze li qadên din biser bikeve.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên ku li dijî dagirkeriyê pêk tînin daxuyaniyek da û ev agahî parve kir.
“27’ê Tirmehê gerîlayan di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê ya ku li herêma Heftenînê didome çalakî kirin.
Di encama çalakiyên bi bandor yên li Şeşdera, Pîrbila, Girê Koordîne û li Girê Tûnel derbên xurt li dagirkeran hate dayîn.
Lê derbarê jimara kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Heman rojê, gerîlayan li dijî helîkoptêrên Kobra û Skorsky ku hatine qadê çalakî kirin.
Ji du baskan ve derbên serketî li helîkoptêrên Kobra û Skorsky hatine xistin.”
HPG’ê derbarê çalakiyên li Gever û Çelê yên Colemêrgê jî ev agahî da:
“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de gerîlayan 27’ê Tîrmehê li Çelê ya Colemêrgê, di navbeyna girên Êrîş û Xeregolê de li dijî kepçeyekê, ku xebata rê dikir çalakiyek kirin.
Kepçe hate rûxandin û leşkerek hate kuştin.
Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker Girê Qertel ê herêma Avaşînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine.
Di van êrîşan de gerîla Têkoşer û Helmet şehîd bûn.
19’ê Tîrmehê artêşa Tirk li devera Gerzê ya Mêrgezerê a Gever ya Colemêrgê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir.
Li herêmê şerekî dijwar rû da.
Di encamê de, Serpêlek û çawîşek pispor di nav de, bi giştî 12 leşker hatin kuştin.
Di tevahiya operasyona dagirkeriyê de, gerîla Îsa Eren binasnav Ehmed Cizre, Firat Erîşen binasnav Çekdar Zîlan û Mahir Edîş binasnav Simko Zerdeştî şehîd bûn.”
HPG’ê diyar kir ku gerîla Ehmed, Çekdar û Simko li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê yên desthilata AKP-MHP’ê ya li ser gelê Kurd, ji bo azadiya gelê xwe heta guleya dawî bi awayekî fedayî şer kirin û şehîd bûn.
HPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û li ser kevneşopiya berxwedana şehîdan soza domandina têkoşînê da.