Piştî ku jinek li gundê Kelhê yê Dêrikê bi vîrûsa Coronayê ket, çûn û hatina gund hat qedexekirin. Reveberiya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd serdana mala wê jinê kir.
26’ê vê mehê Desteya Tenduristiyê ragihand ku 2 kesên din li herêmê bi vîrûsa Coronayê ketine.
Yek ji wan jî jinek ji gundê Kelhê yê bajarê Dêrikê ye.
Weke tedbîr ji bo rêgirtina belavbûna vîrûsê jî, qedexeya çûn û hatina gund hat ragihandin.
Îro Reveberiya Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd serdana mala wê jinê kir û tişta pêwîst kirin û vê sibe testa PCR ji bo malbata wê kirin.
Qedxeya li ser gund hatiye danîn wê heta ku test ji hemû şêniyên gund re were çêkirin dewam bike.