Kongra Star a herêma Efrînê sûcên dewleta Tirk şermezar kir

Kongreya Star a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê bêdengiya Cîhanê li hember sûcên dewleta Tirk li herêmê şermezar kir.

Daxuyanî li kampa Serdem a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de sûcên derexlaqî û dermirovî yên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û bêdengiya Cîhanê li hember sûcên dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelek jin bûn berdêlên sûcên dewleta Tirk û xwe kuştin.

Kongreya Star a herêma Efrînê bang li rêxistinên mafnas û mirovî kir ku sûc û tundiya li dijî jinan rawestîne.

Back to top button