Piştî serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî niha jî Erdogan dixwaze xîlafetê ragihîne

Erdoganê li pey xewn û xelayên Osmanî diçe niha jî bi xelîfetiyê ketiye rojevê. Li tirkiyê, piştî Ayasofya weke mizgeft hat vekirin, niha jî gotinên xilafetiya Erdogan tê bihistin.

Muxalefet li dijî vê yekê bertekên tund nîşan didin. Her çiqasî AKP dixwaze mijarê li gorî xwe bide guhertin jî lê ev yek bûye cihê hêrsê.

Careke din gotinên xelîfetiyê tên kirin.

Piştî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî xwe weke xelîfe ragihand û xîlafeta wî bi dawî bû, niha rêzanê wî Erdogan xwe avêtiye meydanê.

Bi vekirina Ayasofya ji nimêjê re, gotinên, “ger ne niha be kengê?

Ger ne tu bî wê kî be?

Ji bo xelîfetiyê em kom bibin” li tirkiyê zêde tê bihistin.

Li tirkiye piştî guhertina Ayasofya ji bo mizgeftê, kovara “Gerçek Hayat” nîqaşa xelîfetiyê bi belavkirina jimara dawî ya xwe de xist rojevê.

Balkêşe ku xwediyê kovarê Mistefa Albayrak yek ji kesê herî zêde nêzî Erdogan e û heta weke sponsorê Erdogan tê pênasekirin.

Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk piştî bertekên tund yên muxalefetê her çiqas xwest ji vê yekê bireve û komî ser hev bike jî mijara xelefetiyê cihê xwe di rojava sereke ya tirkiyê de girtiye.

Wisa xuyaye ku gotinên berdevkê AKP’ê têrê nekiriye ku heta vê carê berdevkê serokkomariya tirkiyê xwe avêt meydanê.

Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, derbarê xutbeya înê ku Serokê Diyanetê Elî Erbaş li Ayasofyayê xwend de daxuyanî da.

Kalin, derbarê nîqaşên “xîlafetê” ev tişt anî ziman:

“Nîqaşkirina pergalê rojeveke çêker e.

Nîqaşa xîlafetê jî rojeveke çêker e û ne di cih de ye.

Bingeha nîqaşê ne ev e.

Li ser popîlerîteya siyasî nîqaş nayê kirin.”

Her çiqasî AKP xwe qaşo weke ku dixwaze ser mijarê bigre nişan bide jî, rastiya xeyalên Erdogan yê Osmanî û Xelîfetiyê wisa xuyaye wê demeke dirêj di rojevê de bimîne.

Çavdêr dibêjin ev nîqaş bi zanebûn ketiye rojevê û bi vî awayî tê xwestin rewş û atmosfera li welat were zanîn.

Divê em ji bîr nekin ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî, li mizgefta Mûsilê bi şûrê di dest de xwe weke xelîfe îlan kir û xwest xîlafeta xwe bi qirkirina gelê Kurd û gelên din yên herêmê misoger bike.

Lê bi têkçûna xwe hêz û vîna azadiyê nas kir.

pencera erdogan bila hebe, lê ya davutoglu mizgefta Emewiyan a li şamê dimen bikar bînin.

Erdogan ku plan dikir Xelîfetiya xwe li Mizgefta Emewî ya Şamê îlan bike, li Ayasoyfayê bi kişandina Şûrê xwe dixwaze bigêje heman xeyalê. Lê xuyaye wê berdêla vê yekê ji bo Erdogan jî gelek giran be.

Back to top button