QSD û Koalîsyona Navdewletî kongreyeke çapemeniyê lidar xist

QSD û Koalîsyona Navdewletî, têkildarî encamên operasyonên qonaxa duyamîn a Pêngava Tinekirina Terorê ya li gundewarê Dêrazor û Hesekê kongreyeke hevpar a çapemeniyê li dar xist.

Kongreya Çapemeniyê li baregeha leşkerî ya li bajarokê Rimêlan hate lidarxistin.

Di kongreyê de Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah diyar kir ku Pêngava Tinekirina Terorê encamên erêndi têkbirina şaneyên veşartî yê girêdayî DAIŞ’ê de li Dêrazor û Hesekê î bi xwe re anîn.

Piştre jî berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel, îşaret bi xebata û koordîneya hevpar a di navbera QSD û Koalîsyona Navdewletî de kir û diyar kir ku ev koorînde hîna di aliyê desteka leşkerî, lojîstîk û veguhestina agahiyên îstîxbaratê de berdewam e.

Her wiha Kîno Gabrîel destnîşan kir ku hêzên koalîsyonê desteka aborî û xizmetguzarî dide meclisên herêmî, bi taybet herêmên ku nû hatine rizgarkirin.

Gabrîel bal kişand ser ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re li ser esasê aştiya navxweyî, jiyana hevbeş dijîn û li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê disekinin.

Berdevkê QSD’ê, diyar kir ku dewleta Tirk agirbesta ku di 17’ê Cotmeha 2019’an de bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kiribû  binpê dike.

Kîno Gabrîel bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî binpêkiririnên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rola xwe bi cih bînin da ku bighêjin lihevkirinekê di navbera hêzên bi nakok li Sûriyê.

Bi navê Koalîsyona Navdewletî General Myles Kegins jî got: “Di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Koalîsyona Navdewletî de hevbendiyeke hevpar di şerê li dijî DAIŞ û terorê de heye.

Di pêngavên tunekirina DAIŞ û terorê de me serkeftinên mezin bi dest xistin, lê xeteriya DAIŞ’ê hîna jî heye.”

Myles Kegins anî ziman ku hebûna wî ya li baregehê vê dide nîşandan ku Hêzên Koalîsyona Navnetewî ne tenê ji bo tunekirina DAIŞ’ê li vir e, lê belê ji bo destek û alîkariyê pêşkêşî herêmên rizgarkirî bike

Her wiha got: “Li cem  şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk pisportî û tecrûbe li dijî DAIŞ’ê hene. Koalîsyona Navnetewî bi pisporên xwe hemû destek û derfetan didin Hêzên Sûriya Demokratîk ya ku herî girîng di şerê li dijî DAIŞ’ de ye.”

Myles Kegins diyar kir ku encamên qonaxa dawî ya tinekirina terorê li bejahiya Dêrazorê diyar kir û got, xebata wan a hevpar bi hêzên Iraq û QSD’ê li dijî DAIŞ’ê û parastina herêmên sînorê Sûriyê û Iraqê berdewam e.

Herî dawî banga deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan kir û malbatên şehîdan û birîndaran silav kir. Her wiha got: “Em keda wan ji bîr nakin.”

Back to top button