Asayîşa Giştî ji bo parastina gel hin biryar girtin

Asayîşa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo parastina ewlehiya herêmê û welatiyan di Cejna Qurbanê de, hin biryar dan. 

Asayîşê bi daxuyaniyekê cejna welatiyan pîroz kir û ev biryar ragihandin:

  • Divê şênî li gorî biryaran tev bigerin û rêgezên tenduristiyê yên derbarê coronayê de pêk bînin.
  • Divê kombûn di cejnê de çênebin û silava dest bi dest nedin hev, lepik û devpoşk bi kar bînin.
  • Tevgera kamyon û sahrîcên mezin û navîn, ji 30yê Tîrmehê saet 01:00 heta 3’yê Tebaxê saet 18:00’an qedexe ye.
  • Tevgera motorsîklêtan ên sivîl û leşkerî di nava bajar û gundan de ji 29’ê Tîrmehê heta 4’ê Tebaxê saet 18:00’an qedexe ye.
  • Avêtina fîşekan ji aliyê hêzên ewlekarî, leşkerî û sivîlan qedexe ye. Yên li gorî vê tev negerin, wê werin cezakirin û çekê wan werin desteserkirin.
  • Divê hemû biryarên ku Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê coronayê de girtine, li tevahî deriyên sînor werin pêkanîn.”
Back to top button