Li Iraqê fermandarek û efserek hatin kuştin

Artêşa Îraqî kuştina fermandarekî payebilind di êrîşeke DAIŞê li rojavayê parêzgeha Enbarê de ragihand.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş diyar kir ku fermandarê lîwaya 29 a piyadê emîd Ehmed Mihemed el-Lamî di êrîşeke şopandina çeteyên DAIŞê de hat kuştin.

Fermandariya anî ziman ku efserek jî li ser rêbendeke devera el-Ke’ba li Hîtê hat kuştin û 2 birîndar bûn.

Tevî Koalîsyona Navdewletî ragihandibû ku xeteriya DAIŞê li Îraqê kêm bûye, berî çend rojan, istixbarata Îraqî şaneyek veşartî li Besrayê girtibû û plana wan ku dixwestin êrîşinan li Besra û hinek parêzgehên din çêkin, têk biribû.

Back to top button