Almanya keştiyekê ji bo çavdêriya qedexekirina çekan bo Lîbyayê dişîne

Almanya ragihand ku ew ê keştiyeke şer bişîne Deryaya Spî da çavdêriya biryara qedexekirina çekan bo Lîbyayê bike.

Hikumeta Alman diyar kir ku ew ê vê keştiyê di çarçoveya operasyona deryayî Erini ya YE de bişîne deryayê.

Keştî, wê 250 leşkerên Alman hilgire û tê payîn nîvê meha Tebaxê bigihêje herêma operasyonên deryayî.

Ji ber dewleta Tirk heya niha çek û çeteyan dişîne ji hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî re, YE operasyona Erini daye destpêkirin, da çavdêriya biryara Konseya Ewlekariyê ya NY a qedexekirina çekan bo Lîbyayê bike.

Back to top button