Li Kirmanşanê, agir bi 6 sarîncên sotemeniyê ket.. Birîndar hene

Duh li devera Dewlet Abad a herêma Kirmanşanê, teqînekê li embareke sotemeniyê rû da û di encamê de hin kes birîndar bûn.

Li gorî aghiyan, agir bi 6 sarîncên sotemeniyê ket û tîmên agirkujê hewldana vemirandinê kir.

Sibeha heman rojê, agir bi beşekî nexweşxaneya Şerîetî ya Zanîngeha Tehranê ketibû.

Ji ber agir, hemû nexweş ji nexweşxaneyê hatin derxistin û ti ziyan der barê wê de nehat tomarkirin.

Zêdeyî mehekê ye teqîn û şewat li Îranê rû didin. Hikumet jî idia dike ku ev yek, di encama êrîşên elektronîk de pêk tên.

Ji bilî teqîn û şewatan, li parêzgeha Kerman a başûrê Îranê, bi pileya 4.8 erd hejiya.

Li gorî navenda Awarteyan a parêzgehê, erdhej li herêmeke çiyayî qewimiye û ti ziyan derneketine.

Back to top button