Ji bo peymana Riyadê, Meclisa veguhêz a Yemenê dev ji Rêveberiya xwe ya Xweser berdide

Rêveberiya Xweser a li başûrê Yemenê ku hatibû ragihandin piştî 4 mehan hat betalkirin.

Ji bo pêkanîn peymana Riyadê, Meclisa veguhêz a Yemenê dev ji Rêveberiya xwe ya Xweser a li başûrê welêt berda.

Meclisa veguhêz a Yemenê û Hikumeta Rewa li ser mekznîzmeya peymana Riyadê lihevkirin.

Ji bo destekdayîna pêkanîna peymana Riyadê, Meclisa veguhêz a Yemenê dev ji Rêveberiya xwe ya Xweser a li başûrê welêt berda.

Ev yek, piştî Erebistana Si’ûdî, mekanîzmeyeke lezkirina pêkanîna peymana Riyadê, pêşkêşî hikumeta Yemenê kir, pêk hat.

Meclisa veguhêz a Yemenê teqezî li ser yekirin têkoşîna li dijî milîsên Hûsî û Komên terorîst kir.

Ji bilî têkoşînê, meclisê piştrast kir ku ew ê hevkariya stratejîk bi koalisyona Erebî di aliyê Siyasî, Leşkerî, aborî û ewlehî bidomînin..

Berdevkê Meclisa veguhêz a Yemenê Nizar Heysem bi awayekî fermî ragihand ku meclisê dest ji Rêveberiya Xweser berdaye.

Hikumeta Yemenê jî bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe anî ziman.

Li gorî vê mekanîzmeyê:

-Agirbesta ku 22’ê Hezîranê ya di navbera hikûmetê û meclisa veguhêz a Yamenê hatibû ragihandin dewam dike.

-Meclisa Veguhêz dev ji rêveberiya xwe ya xweser berdide.

-Ji bo parêzgeha ‘Edenê, parêzgerek û rêveberekî ewlekariyê tê destnîşankirin.

-Serokwezîrê Yemenê di nava 30 rojan de hikumetê ava dike.

-Hemû hêzên leşkerî ji Edenê derdikevin û vegerin bargehên xwe yên berê.

Herdu aliyên şer ên Yemenê, ev peyman erê kirin.

Piştî erêkirina aliyên şer gelek piştgirî çêbûn, Misrê ev peymana Riyadê weke çareseriya ji şerê Yemenê re dît.

Meclisa veguhêz a Yemenê piştî kontrol kirina hin herêman di dawiya meha Nîsanê de, Rêveberiya xweser avakiribû.

Piştî avakirina vê Rêveberiyê, gelek nerazîbûn û bertek li dijî ragihandina wê derket holê.

Ji zêdetirî salekê û heya niha bi taybetî piştî ku Hêzên Meclisa veguhêz serweriya xwe li ser Eden û gelek herêmên li başûrê welêt ava kir, tevlihevî û rageşî li Başûrê Yemenê dewam dike.

Peymana Riyadê ya di Mijdara borî de ji bo çareseriya aloziyê jî bi serneket û şer di navbera aliyên dewam kir.

Back to top button