Dewleta Tirk çeteyên li Sûrî dişîne Azerbeycanê

Dewleta Tirk çeteyên Sûriyê amade dike da ku wan bişîne Azerbeycanê.

Çavkaniyên taybet ji hundirê bajarê Idlibê ji Ajansa Hawarê re diyar kir
dewleta Tirk gelek çete li Idlibê kom kirine da wan bişîne Azerbeycanê.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên komkirî wê piştî Cejna Qurbanê, li kêleka leşkerên Tirk biçin Azerbeycanê.

Ev yek piştî ragihandina wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar hat, ku gotibû wê dewleta Tirk li kêleka Azerbeycanê li dijî Ermenistanê şer bike.

Li aliyekî din, wezareta leşkerî ya Tirkiyê jî bi daxuyaniyekê piştrast kir ku serbaz û leşkerên Tirk gîhîştine Azerbeycanê.

Back to top button