HPG: Li Heftenîn û Xakûrkê 8 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Heftenîn û Xakûrkê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Berxwedana gerîla ya di çarçoveya Cenga Heftenînê de, dagirkeriya dewleta tirk ji hev xistiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker yên li Heftenîn û Xakûrkê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parve kir:

“27’ê Tîrmehê gerîlayan li Girê Katosûlê ya devera Bektorya dagirker kirin hedef û çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de derbên xurt li dagirkeran hatin xistin lê têkildar kuştî û birîndarên dijmin de agahî ne hatin bidestxistin.

28’ê Tîrmehê gerîlayên YJA Star li Girê Dûpişk li dijî dagirkeran du çalakiyên sekvaniyê kirin.

Di van çalakiyan de hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin.

Heman rojê gerîlayên YJA Star li Girê Şehîd Şîlan li dijî artêşa Tirk 2 çalakiyên sekvaniyê kirin û 2 leşker hatin kuştin.

Heman rojê di çalakiya sekvanî ya li Girê Şehîd Berxwedan a Xantûrê de leşkerek hat kuştin.

Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, 29’ê Tîrmehê gerîlayan li dijî artêşa dagirker ku li Girê Lêlikanê ya herêma Xakurkê bi cih bûbûn çalakiyek kirin.

Di çalakiyê de ji du baskan ve derbên serketî li kozik û stargehên dagirkeran hat xistin, 2 kozik hatine rûxandin û 5 leşker hatin kuştin.

HPG: Em ê xwîna sivîlên ku dewleta Tirk şehîd kirine li erdê nehêlin

HPG’ê di daxuyaniya xwe de işaret bi êrîşa balafirên dewleta tirk ya li Bamernê kir û wiha got:

“26’ê Tîrmehê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker li Bamernê ya navçeya Amediyê ya Duhokê du wesayitên sivîllan bombebaran kirin.

Di van êrîşan de sivîlên bi navê Dilovan Şahîn û Ebdulah Ehmed şehîd bûne.

Bi medyaya şerê taybet nûçeyên derew diweşînin û bi vê dixwazin ser komkujiyan bigirin.

Dewleta Tirk herdem tim hewl dide, sivîlên ku kirine hedef weke PKK’yî nîşan bide.”

HPG’ê ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û soza da ku wê xwîna şehîdan li erdê nemîne.

Back to top button