
Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan dewam dikin.
Girtiyên ku li Girtîgeha Kirikkale di greva birçîbûnê de ne peyamek şandin û gotin:
“Heya ku tecrîd rabe, emê çalakiya xwe berdewam bikin û berxwedana xwe mezintir bikin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 70’iyan de dewam dike.
6 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale jî, di 26’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn.
Hat diyar kirin ku ji bo 6 girtiyan cezayê disîplînê hatiye dayîn, mafê wan ê sohbetê û yên din hatine rakirin.
Girtî Emrah Ûbîç bi rêya parêzeran ev peyam da:
” Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne.
Heta ku tecrîd rabe, em ê çalakiya xwe berdewam bikin û berxwedana xwe mezintir bikin.
Ger tecrîd ranebe, em ê berxwedana xwe di astek jortir de dewam bikin.”
Îsmet Akin ê di greva birçîbûnê de jî, ev peyam dan:
“Tenê daxwazek me heye. Ew jî rakirina tecrîdê ye. “