Parêzer: Divê DMME bi lezgînî biryarekê bide

Rêber Ocalan, ev 22 salin, li girava Îmraliyê, tecrîdkiriye. Ji 27’ê Nîsanê ve jî, ti agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên malbat û parêzeran, ji aliyê faşîzma dewleta tirk ve, bê bersiv tên hiştin.

Ev jî fikar û metirsiya li ser tenduristî û jiyana Rêber Ocalan û sê girtiyên din, mezintir dike.Di serî de CPT, sazî û rêxistinên têkildar jî, bêdeng in.

Ji ber vê yekê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da. Parêzeran xwest, ku dadgeh têkildarî mijarê lezgînî biryarê bide.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî tecrîdkirina Rêber Ocalan ku 22 salin tê domandin û ji 27’ê Nîsanê ve jî, ti agahî ji Rêber Ocalan û sê girtiyên din ên li Girava Îmraliyê, nayê girtin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da.

Di serlêdanê de hate bibîrxistin, ku bi taybetî di vê dema vîrusa Corona de, astengkirina hevdîtinan û bêbersiv hiştina serlêdana parêzar û malbatan, derbarê tenduristî û jiyana muwekîlên wan, Rêber Ocalan û sê girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Xeyrî Konar û Weysî Aktaş de, fikar û metirsiyên heyî zêdetir kiriye.

Hate gotin, tevî ku wan weke parêzer, li dijî vê yekê serî li Dadgeha Destura Bingehîn a Tirkiyê dane jî, serlêdana wan hatiye redkirin.

Parêzeran dan zanîn, ku li ser vê yekê, neçar mane, serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin.

Di serlêdanê de, têkildarî mijarê, biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hate bibîrxistin û wiha hate gotin;

“Dadgehê, bi rengekî eşkere, hukim li ser dabû ku rejîma Înfaza Muebetê ya girankirî ya li ser muwekîlê me, binpêkirina Xala 3’yan a ‘Qedexeya Êşkenceyê’ ya Peymana Mafê Mirovan e. Ev biryar, belgeya eşkere ye, ku Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ev 22 sal in didome, bi wesfê êşkenceyê ye. Di pêvajoya hêla vîrûsa corona de bi rengekî domdar berdewamkirina vê, bandora tecrîdê ya li ser muwekîlan zêdetir dike.”

Di serlêdanê de her wiha hate bibîrxistin ku Tirkiye, tevî hemû nakokiyan; bi taybet di warê pratîka darazê, li gorî peymanên navneteweyî û Destûra Bingehîn, parçeyek ji Sîstema Mafê Mirovan û Hiqûqa Ewropayê ye û hat gotin,

“Ji ber vê divê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, rê nede sîstema êşkencê ya kêfî ku dewam dike. Berevajî Dadgeh, girêdayî peymana avakirinê û felsefeya xwe, wê rê li ber nebaweriya wê derkeve pêş. Ji bo vê biryara ku Dadgeh bide, wê tenê bi Îmraliyê re sînordar nemîne, wê bibe biryareke derbarê sînordarkirin, an jî belavbûna bêhiqûqî û kêfîbûnê.”

Parêzeran daxwaz ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kir ku li gorî peymana avakirina xwe, di çarçoveya nêzîkatiyên dijî mirovî û qedexekirina peywendiyan ên di dema vîrusa Corona de giran bûne, bi lezgîn bigire û biryara xwe ya tedbîrê bide.

Back to top button