Çeteyan li navçeya Bilbilê 100 darên zeytûnê birîn

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 100 darê zeytûnê li navçeya Bilbilê birîn

Malpera Afrinpost ragihand ku li Bilbilê çeteyan 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Ebdrehhman Subihî Birîmo birîn.

Malperê da zanîn, ji ber Ebdrehhman rê neda çeteyan ku daran bibirin, ew bi darê zorê ji navê zeviyê hat derxistin.

Li navçeya Bilbilê beriya çend rojan jî, çeteyên 110 darên şêniyê bi navê ‘Hikmet Mihemed’ birîne.

Her wiha li gundê Şêxorzê ê jî 70 dar hatin birîn.

Ji bo guhartina demgrafiyê Efrînê dewleta Tirk kampan ava dike

Li aliyê din, ji bo guhartina demografiya Efrînê û bi behaneya ku şer li herêma Cebel Zawiyê ya Idilê gur dibe, çeteyan niştecihên wê deverê tînin û li Efrînê bicih dikin.

Malpera Afrinpost da zanîn, ji ber vê yekê dewleta Tirk li gundê Avrazê yê Mabeta Kampek ava kir.

Back to top button