Hêzên hikûmeta Şamê gund û bajarokên herêma Cebel Zawiyê topbaran kirin

Li Sûriyê şer û pevçûn bê navber dewam dikin. Li Idlibê hêzên hikûmeta Şamê caraeke din çete li gund û bajarokên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Li Suweydayê çekdaran endamekî istixbata hikûma Şamê revandin. Li Derayê jî 2 serbazên hêzên hikûmetê yên alîgirê Huzbulla hatin kuştin.

Idlib di rewşa heyî de serenava şer li Sûriyê ye.

Rojek bê şer û pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirkî de desrbas nabe.

Ji ber vê yekê şêniyên parêzgeha Idlibê rûbirû bi koçberî û kuştinê re dimînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê careke din vê sibê çete li gund û bajarokên herêma Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Li gorî çavdêriyê hêzên hikûmetê bi bêtirî 200 top çete li gundê Kensefre, Eyn Laroz, El-Bare, Kefer Uwêd, El-Mozre, Bilyon, Fitêre û Erînbe topbaran kirin.

Di encama topbarana li ser bajarokê Bilyon de, 4 sivîl di nav de zarok birîndar bûn.

Hemwextî topbarana hêzên hikûmetê şêniyên wan deveran zêde koçber dibin.

Çeteyan jî, hêzên hikûmetê li bajarokê Kefrenbil ê başûrê Idlibê topbaran kir.

Hêzên dagirkeriya Tirkî bi tenê li ser rêya M4 dewriye meşand

Li aliyê din pirsgirêkên hêzên Rûsî û Tirkî derbarê meşandina dewriyeyan de her li pêş e.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro jî wek roja duyemîn meşandina dewriyeya Rûsî-Tirkî ya hevbeş li ser rêya M4 ji ber sedemên ne diyar, pêk nayê.

Ji ber vê yekê hêzên Tirkî bi tenê dewriyeyek li ser Rêya M4 meşand.

Li parêzgeha Suweyda  çekdaran endamekî istixbarata hikûmetê revand

Li Suweydayê tevlihevî hêjî dewam dike.

Di vê derbarê de Çavdêriyê da zanîn ku çekdarên tabûrên bajêr rêya di navbera Şam û Suweydayê çend saetan birîn.

Piştre endamekî istixbarata hikûmeta Şamê û ajokarê parêzgerê Suweydayê revandin.

Beriya wê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê, welatiyek ji gundê Cenîne yê gundewarê bakur-rojhilatê Suweydayê bê sedem bin çav kir.

Girêdayî bûyerên bi vî rengî hêjî tansiyon li parêzgehê dewam e û ber bi zêdebûnê ve diçe.

Dera ..Çekdarên nenas 2 serbazên hikûmeta Şamê kuştin

Li parêzgeha Derayê jî, tansiyon û nakokiyêb di navbera çekdaran û hêzên hikûmetê de dewam dike.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku 2 serbazên hêzên hikûmetê li bajarokê Sehem ê rojavayê Derayê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin.

Her du serbaz alîgirê Huzbulla ya Lubnanî ne.

Back to top button