NASIR YAGIZ 10 KÎLO JI BEDENA XWE KÊM KIRIYE

Li Başûrê kurdistanê jî çalakiyên grevên birçîbûnê bê-navber didomin.

Berxwedana çalakgerê Kurd Nasir Yagiz li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di roja xwe ya 57’an de ye.

Nasir Yagizê ku 57 roj in li Hewlêrê ketiye greva birçîbûnê, heya niha 10 kîlo winda kiriye.

Yagiz niha êdî di girtina vexwarinan de jî zehmetiyê dikişîne.

Nasir Yagiz piştî hevdîtina birayê Ocalan Mehmet Ocalan jî daxuyanî dabû û gotibû, ewê heta rakirina tecrîdê çalakiya xwe bidomîne.

Yagiz li ser armanca çalakiya xwe û daxwazên xwe nameyek ji bo nûneritiya NY ya Herêma Bşûrê Kurdistanê nivîsiye û dibe ku di demeke nêz de were teslîm kirin.

Her wiha Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger li Hewlêrê di roja 58’an, li Silêmanî 34, li Mexmûr 32 Û li Şengal jî di roja 11’an de dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button