Şêniyên herêma Cizîrê komkujiya artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên bajarê Minbicê şermezar kirin û diyar kir ku ev sûc di çarçoveya siyaseta qirkirinê ya li dijî gelên herêmê de pêk tê, divê Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya li hemberî van sûcan bi erka xwe rabin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundên Qortwêran û Weylanê yên bakurê rojavayê Minbicê komkujî pêk anîn, di nav de jin û zarok 5 sivîl şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn.
Bi armanca şermezarkirina sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê meclisên navçeya herêma Cizîrê daxuyaniyên cuda dan.
Di daxuyaniya Meclisa Qamişlo de weha hat gotin:
Ev komkujî di çarçoveya siyaseta qirêj a dagirkeran pêk hatiye, armanc jê hedefgirtina sivîlan e.
Şêniyên navçeya Til Hemîsê jî daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:
Serokê AKP`ê Erdogan “xelîfê çeteyên DAIŞ`ê” ye, armanca wî têkbirina ewlehiya herêmê û îradeya gelên wê ye.
Hevserokê meclisa navçeya girkê legê jî daxuyanî xwend, sûcên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan şermezar kirin û weha domand:
Artêşa Tirk cudabûnê naxe navbera sivîl û leşkeran, lewma divê li hemberî êrişên artêşa Tirk asta berxwedana bilind bikin.
Daxuyaniya Meclisa bajarê Dêrikê jî weha ye.
Artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin bi hemû rêbazan destkeftiyên gelên herêmê derbe bikin, lewma êrîşan pêk tîne û yekser gelan dikin armanc.
Li Tirbespiyê jî bi dehan şêniyên navçeyê kom bûn û daxuyanîyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk sûceke nû di dîroka xwe ya reş de, qeyd kir.
Şêniyên navçeya Til Birakê jî daxuyaniyek da û komkujiya li Minbicê şermezar kirin.
Li bajrê Hesekê, Til Temirê, Dirbêsiyê û navçeya Şedadê jî daxuyanî hatin dayîn.
Di daxuyaniyan de hate gotin:
Dewleta Tirk êrişên li ser herêmê didomîne, komkujiyan pêk tîne û bi vê yekê hemû pîvanên navneteweyî binpê dike.
Lê gelê herêmê ji bo bidestxistina azadiya xwe, belavkirina ewlehî û aramiyê wê tim li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê têbikoşe.