Hikumeta Alman: Em ê hevkariyê ji bo pêkanîna vekişînê bikin

Hikumeta Almanya, derbarê planên Amerîka yên kişandina 12 hezar leşker ji welêt daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê hevkariya vê vekişînê bikin.

Wezareta derve û ya parastinê yên Almanyayê, bi daxuyaniyeke hevbeş ragihand ku hikumeta Alman van planên Amerîkî dinirxîne û wê hevkariyê ji bo pêkanîna wan bike.

Li gorî daxuyaniyê, plan heta niha nebûne biryar û gengaz e heta astekê werin sererastkirin.

Hat eşkerekirin jî ku vekşandina beşekî hêzên Amerîkî wê di demeke nêz de pêk were, lê ji bo kişandina 12 hezar leşkerî, demek dirêj pêwîst e.

Beriya niha, wezîrê parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihandibû ku Amerîka plan dike 12 hezar leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne û li deverin din ên NATO’yê û hin jî li Amerîkayê, belav bike.

Back to top button