KCK û KNK Cejna Qurbanê li tevahiya Misilmanan pîroz kir

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê û Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Qurbanê li malbatên şehîdan û tevahî gelên Misilman pîroz kir.

KCK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê li hemû gelên Misilman pîroz kir û got:

“Cejin, rojên aştî, piştevanî û parvekirinê ne. Em azadî, û aramiyê ji tevahî Rojhilata Navîn re dixwazin.”

KCK’ê bi boneya Cejnê, bang li welatparêzên Ereb, rewşenbîr, hunermend û siyasetmedarên Tirk û tevahî Rojhilata Navîn kir ku li dijî fitneya Îslamî ya dewleta Tirk derkevin û bi gelê Kurd re têbikoşin.

KNK’ê jî bi daxuyaniyekê cejin li Kurdistanî, girtiyên siyasî, şervanên azadî û cîhana Îslamê pîroz kir û hêviya rojên xweş kir.

KNK’ê hemû berxwederên Heftenîn û hêzên Kurdistanê yên ku li dijî dagirkeran şer dikin jî, silav kir.

KNK’ê bang li gelên Misilman kir ku di pîrozbahiyên cejnê de, tedbîrên pêwîst ên xweparastina ji Coronayê bigirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê, bi daxuyaniyekê Cejna Qurbanê pîroz kirin.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK’ê Cejna Qurbanê li hemû Mislimanan pîroz kir û got,

“Têgeha Îslamê tê wateya aştî û radestkirina mafan, divê em rê nedin ku ola me ji bo rijandina xwînê bê bikaranîn. Divê Kurdistan û alema Îslamê divê hesab ji yên bi navê îslamê xwînê dirijînin bixwazin.”

“Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye” 

Heyva Sor a Kurdistanê jî bi peyamekê Cejn pîroz kir û got:

“Yê cejnê bi wate dike, hevkarî û piştgirî ye. Bi salan e gelê Kurd ji ber siyasetên şer û neheqiyê, cejnê di nava xemgîmniyê de pêşwazî dike. Di nava vê rewşa kambax de, tişta ku êş û azarê mirovan kêm dike, hevkarî û piştgirî ye. Heyva Sor a Kurdistanê jî, ji ber rewşên aloz, bi hezara malbatên xizan re alîkarî kir.”

Back to top button