Rêveberiya Xweser Cejna Qurbanê li hemû gelên Sûriyê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi peyamekê Cejna Qurbanê li hemû gelên Sûriyê û civaka Îslamî pîroz kir.

Rêveberiya Xweser cejn li malbatên Şehîdan jî pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bi aramî û aştiyê derbas bibe.

Ji bo betlaneya cejnê, Rêveberiya Xweser ragihand ku kar li hemû saziyên girêdayî wê ji roja Înê heya Duşemê tê rawestandin.

Rêveberiyê diyar kir jî ku saziyên karê wan dewam e, nakevin betlaneyê.

Back to top button