Li navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî baregeheke artêşa Iraqê kir û leşkerekî artêşê hat kuştin.
Di êrîşa çeteyên DAIŞê li ser gundê Qaye yê navçeya Xaneqîn a parêzgeha Diyalayê, leşkerekî Îraqî hat kuştin, 2 leşker û 1 sivîl jî birîndar bûn.
Şeva borî jî çeteyan bi hawanan êrîşî gundê Îslah ê bajarokê Gulale yê Xaneqînê kir.
Di encama êrîşê de, hawanek li malekê ket û jinek birîndar bû.