Rêxistina Efûya navdewletî: 1992 zarokên Êzidî yên ji DAIŞ’ê rizgar bûne, rewşên zehmet dijîn

Rêxistina Efûya navdewletî hişyar kir ku zêdeyî 2 hezar zarokên Êzîdî yên ji destê DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, rastî pirsgirêkên derûnî û tenduristî tên.

Rêxistina Efûyê bi raporekê eşkere kir ku zêdeyî hezar û 992 zarokên Êzîdî ji bençên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û vegeriyane cem malbatên xwe.

Rêxistinê got:

Rast e ev zarok aniha rizgar bûne, lê hîna rewşên herî zehmet ên jiyanê dijîn.

Divê ev zarok di salên bê de, di milê tenduristî, laş û derûnî de werin dermankirin û perwerdekirin, heya karibin baş tevlî malbat û civakê bibin”.

Rêxistina Efûya navdewletî teqez kir ku divê rêxistinên mafên mirovan, cihekî ewle ji bo zarok û malbatên Êzdiyan diyar bikin.

Back to top button