Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Bazirganiya Mirovan ya Cîhanê, hejmara sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê eşker kir û bang li NY`yê kir ku dawî li van sûcan bîne.
Di daxuyaniyê de rêxistinê eşker kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê dewleta Tirk û çeteyên wê,
Derdora 6 hezar û 500 kes jê hezar jin revandin.
Zêdetirî 563 sivîl hatin kuştin ji wan 56 zarok û zêdetirî 60 jin in û 3 jinan jî xwe kuştiye.
Her weha destdirêjî li 65 jin hat kirin.
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker jî, 680 kes birîndar bûn, ji wan derdora 325 zarok in.
Rêxistinê bi boneya vê rojê bang li NY`yê kir ku dawî li van sûcan bîne û dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.