Li başûrê Idlibê êrîşên hêzên hikûmeta Şamê li dijî çeteyan dewam dikin

Piştî nîvê şevê hêzên hikûmetê careke din çete li herêmên Cebel Zawiyê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê piştî nîvê şevê careke din çete li gundê El-Bare, Filêfil, Fitêre û Kensefre yên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Li gorî Çavdêriyê hêzên hikûmetê çeteyan li başûr û rojhilatê Idlibê bi hemû cureyên çekên giran topbaran dikin.

Hemwextî firîna balafirên keşfê li asîmanê deverên topbarankirî, hêzên hikûmetê bajarokê Maeret Nasan û gundê Sifûhin û Kefer Uwêd ên Cebel Zawiyê topbaran kirin.

Back to top button