Trump dixwaze hilbijartin were paşxistin

Li Amerîka tevî ku zêdeyî 3 mehan ji bo hilbijartina serokatiya welat maye, lê atmosfera hilbijartinê xwe ji niha de daye xuyakirin. Serokê DYA Donald Trump ku bi krîza Corona û nîjadperestiyê re rojên herî zehmet dijî xwest hilbijartin were paşxistin.

Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek weşand û wiha got:

Ji bo DYA çavkaniya cihê şermê ye.

Hilbijêr ji bo di nava baweriyê de, dengê xwe bide hilbijartinê bi paş bixin.

Trump sedema daxwaza paşxistina hilbijartinê jî spart metirsiya vîrosa Corona

Balkêşe ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên ku namzetê Demokratan Jeo Biden li gorî anketên dawî pir lê pêşiya Trump e.

Hêjayî bibîrxistinê ye 3 Mijdarê li DYA wê hilbijartina serokê welêt pêk were.

Back to top button