Iraqê daxwaz ji Başûrê Kurdistanê kir ku deriyên sînor radestî wê bike

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku deriyên sînor radestî wê bike.

Desteya Deriyên Sînor a Iraqê bi riya daxuyaniyekê diyar kir wan daxwaz ji hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku deriyên sînor ên herêmê radestî hikûmeta Iraqê bikin.

Li gorî Desteya Deriyên Sinor, li Başûrê Kurdistanê 11 deriyên sinor hene û ji wan tenê 6 derî ji aliyê Bexdayê ve bi fermî tên nasîn.

Her wiha hate gotin ku Bexda dixwaze ku di demek nêz de deriyên sinor ên Başûrê Kurdistanê bixe ser Desteya Deriyên Sinorî yên Iraqê.

Beriya niha, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gotibû ku ji bo kontirolkirina deriyên sînor ên herêma Başûr ew ê giftûgo bi rayadaran re bikin.

Duh jî Wezîrê Karên Hindir yê Iraqê Osman Xanmî serdana Hewlêrê kir û li gel Serokwezîr û Wezîrê Hindirîn yê herêma re civiya.

Back to top button