Li Serê Kaniyê ya dagirkirî teqînek pêk hat

Li bajaroka Til Helef a girêdayî bajarê Serê Kaniya Bakûrê Rojhilatê Sûriyê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan de, teqînek mezin çêbû. kuştî û birîndar hene.

Teqîn benda kontrolê ya hevpar a “Til Erqem” ya di navebera çeteyên “Furqet El-Hemzat” û “Polîsên Sivîl” de pêk hat.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova got ku li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 6 kes mirin û zêdeyî 15 kesan jî birîndar bûn.

Piştî teqînê bi demeke kurt, medyaya ser bi AKP’ê ve, di nav de “HABER 365” nûçeyek li ser teqînê belav kirin. Tê de mikur hat ku îstîxebata Tirkiyê li pey vê teqînê ye û îdia kir ku wê bendeke kontrolê ya PKK û YPG’ê kirine hedef û 5 endamên wan kuştine.

Ev dide diyarkirin ku teqînên li herêmên dagirkirî pêk tên, îstîxbata Tirkiyê li pey wê ne, gelek caran  dema ku qurbanî sivîl bin QSD’ê tewanbar dike.

Di nava hefteyekê de ev teqîna 5’an e ku li bajarê Serêkaniyê pêk tên.

Back to top button